Iraq – Di bûyerekî hatûçûn de 24 kes bûn qurbanî
Di bûyerekî hatûçûnê ya li ser rêya Zîqar – Besra de 24 alîgirên tîma futbolê ya Iraqê bûn qurbanî.
Îro 16.01.2023yê li ser rêya serekî ya Zîqar – Besra ya başûrê Iraqê, bûyerekî giran a trafîkê di navbera otobûsekî alîgirên tîma futbola Iraqê û kamyonekî barhelgir de pêkhat û ji ber wê jî 8 alîgirên tîma futbola Iraqê jiyana xwe ji dest dan, 16 kesên din jî birîndar bûn.
Li gor çapemeniya Iraqê birîna hin birîndaran girane û dibe ku hejmara kesên jiyana xwe ji dest dane zêde bibin.
Li gor gotinên berpirsên ewlehiyê yên navçeyê, bûyer ji ber xirabûna hewa û çêbûna mija zêde pêkhatiye.
Alîgirên tîma futbola Iraqê birêketibûn ji bo Besrayê û ji bo piştevaniya tîma futbolê ya Iraqê bikin, ku îro lîstoka Iraq û Qeterê heye û di rê de rastî wê bûyerê hatin.
Basnews
