• Friday, 20 February 2026
logo

5 welatiyên Kurd li Hesekê canê xwe ji dest dan

Gulan Media January 16, 2023 Nûçe
5 welatiyên Kurd li Hesekê canê xwe ji dest dan

Tevahiya wan kesan endamên malbetekê ne.

Li gor zaniyariyên berdest, duhê li gundê Debî ya ser bi Hesekê ve, di nava tirimbîlekê de teqînek çê bûye.

Di encama teqînê de 5 welatiyên Kurd ku, tevahiya wan endamên malbetekê ne canê xwe ji dest dane.

Sê ji wan kesên ku, canê xwe ji dest dane zarokin.

Heta niha sedema teqînê nehatiye zanîn û rêveberiya xweser jî li ser mijarê heta niha ti daxuyanî nedaye.

Top