Li navçeya Dawude 2 şivanên kurd ji aliyê DAIŞê ve hatin revandin
Îro 15.01.2023yê li gundekî navçeya Dawude ya Germiyanê 2 şivanên kurd ji aliyê DAIŞê ve hatin revandin.
Rêveberê nahyeya Zînane ku navenda nahyeyê dikeve navçeya Dawude Wehab Ehmed ew nûçe ji bo piştrast kir û ragehand: Ew du şivane xelkê gundê Qellan a li navçeya Dawude ne û ji aliyê çekdarên DAIŞê ve hatine revandin.
Rêveberê nahyeya Zînane aşkera kir: Gundê wan nêzîkî gundê Pelkane ya li navçeya Dawude ye û di dema çerandina sewalên xwe de ji aliyê çekdarên DAIŞê ve hatine revandin.
Navçeya Dawude di bingeh de ser bi qeza Xurmatû ye, lê piştî raperîna sala 1991ê di bin desthilata Herêma Kurdistanê de maye û li navenda navçeyê jî nahyeyek heye bi navê nahyeya Zînane ku naha ji aliyê îdarî ve ser bi qeza Kifrî ye.
Piştî xiyaneta 16ê cotmeha 2017ê ve beşek ji terorîstên DAIŞê li çend gundekî navçeya Dawude û ew cîhên ku hemsînnorê nahyeya Silêmanbeg in, xwe qahîm kirine û dem bi dem xelkê navçeyê direvînin.
Rudaw
