• Friday, 20 February 2026
logo

Rêxistinên Kurdên Feylî ji bo bidestxistina mafên xwe di bin yek sîvanê de kom dibin

Gulan Media January 15, 2023 Nûçe
Rêxistinên Kurdên Feylî ji bo bidestxistina mafên xwe di bin yek sîvanê de kom dibin

Ji bo berevanî kirina li mafên xwe, rêxistinên Kurdên Feylî di bin yek sîvanê de kom dibin û berpirsê ofîsa karûbarên Kurdên Feylî li Baregeha Barzanî jî vê derbarê de hin zanyarî aşkera kirin.

Îro 15.01.2023yê Berpirsê Ofîsa Karûbarên Kurdên Feylî li Baregeha Barzanî Elî Feylî ji BasNewsê re ragehand: ‘’Demekî dirêje li ser yekgirtina rêxistina Kurdên Feylî em kar dikin. Kurdên Feylî xwedî gelek rêxistinên warên cuda de ne bo bidestxistina mafên xwe û herwaha di warê mafê mirov de jî rêxistinên wan hene. Lê heta naha belav bûn, me hewl da bo ku di bin yek sîvanê de kom bibin, ji ber wê jî ji duh ve li bajarê Kerkûkê me civînek bi wê armancê pêkanî.’’

Herwaha got: ‘’Ew rêxistinên me di bin yek sîvanê de dê kom bibin û dê bi navê ‘’Tora Rêxistinên Kurdên Feylî li seranserê Iraqê’’ ku nêzîkî 10 rêxistin li Hewlêr, Kerkûk, Silêmanî, Xaneqîn û Bexdayê hatibûn û beşdar bûn. Desteyekî bilind hat helbijartin, ku ew deste bi fermî nûnerê rasteqîne yê Kurdên Feylî be. Çi li gel Hikûmeta Iraqê û çi li gel Hikûmeta Herêma Kurdistanê û çi li gel aliyên din ên siyasî danûstan dike.’’

Elî Feylî got: ‘’Serok Barzanî wek rêberekî Kurd got, ez keyfxwaş dibim ku Kurdên Feylî yekdeng bin, bê li berçav girtina ti aliyekî siyasî û çi dixwazin bila ji bo wan bê kirin. Serok Barzanî wek piştevaniyeke û di pêkanîna rêxistina Feylî de jî ji hemû aliyên siyasî hene, lê yek armanc heye, ku berevanî kirina li mafên Kurdên Feylî ye û heta naha bi rastî nirxekî wisa zêde jê re nehatiye dayîn.’’

 

Basnews

Top