• Friday, 20 February 2026
logo

Mesrûr Barzanî ligel Fermandarê Giştî yê Hêzên Hevpeymanan civiya

Gulan Media January 15, 2023 Nûçe
Mesrûr Barzanî ligel Fermandarê Giştî yê Hêzên Hevpeymanan civiya

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro 15ê Çileya 2023an, pêşwazî li Fermandarê Giştî yê Hêzên Hevpeymaniya Navdewletî li Iraq û Sûriyê General Matthew McFarlane kir.

Di hevdîtinê de pêşhatên dawî yên Iraq û navçeyê, berdewamiya piştevaniya hêzên Pêşmerge di rûbirûbûna terorê de, gefên terorîstên DAIŞê û giringiya parastina ewlehiya sînoran hat gotûbêjkirin.

Fermandeyê giştî yê hêzên Hevpeymanan li Iraq û Sûriyê amaje bi pêşketina hevkarî û hevahengiya ewlehî ya di navbera Pêşmerge û artêşa Iraqê di rûbirûbûna terorîstan de kir, bi taybetî sala borî û tekezî li giringiya pêşxistina vê hevahengiyê ji bo dagirtina valahiya ewlehiyê li navçeyên madeya 140 a destûrê kir.

Serokwezîr sipasiya hevkarî û piştevaniya berdewam a Amerîka û hêzên Hevpeymanan li Pêşmerge di şerê li dijî terorîstan û çaksaziyên Wezareta Pêşmerge de kir.

Serokwezîr her wiha kurteyek derbarê encamên serdana şanda bilind a hikûmetê bo Bexdayê û civîna li gel Serokwezîrê Federal, bi taybetî pêşxistina hevkarî û hevahengiya ewlekarî ya di navbera Pêşmerge û artêşa Iraqê de pêşkêş kir.

 

K24

Top