Li Tirkiyê zêdeyî 3.2 milyon ciwan bûne 'ciwanên malê'
Endamê Encûmena CHPê Umut Akdogan ragihand ku li gor amarên fermî li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê 3 milyon û 249 hezar ciwan ne xwendekar in û ne jî kar dikin.
Li gor amarên ku Endamê Encûmena CHPê Umut Akdogan ji Saziya Amaran a Tirkiyê (TUIK) wergirtine di 11 mehên sala 2022an de 220 hezar û 416 ciwanên ku temenê wan di navbera 15 û 24 salî de ne ji bo mûçeyê bêkariyê serlêdan kirine û serlêdana 170 hezar û 708 ciwanan nehatiye qebûlkirin.
Akdogan amaje bi wê yekê dide ku polîtîkayên aborî yên desthilata AKPê bûne sedem peyveke wek “ciwanên malê” derkeve holê û dibêje: “Li welatê me her diçe bêkarî dibe pirsgirêkeke bingehîn û yên herî zêde yên bêkar dimînin jî ciwan in. Ciwanên pêwîste bixwînin li ber deriyê saziyan perîşan dibin. Ciwan neçar dimînin ji bo debara malbata xwe bi mûçeyekî kêm kar bikin û piraniya wan di şert û mercên zehmet de kar dikin.”
Li gor amarên fermî di navbera Çile û Mijdara 2022an de bi giştî 220 hezar û 416 ciwanan ji bo mûçeyê bêkariyê serlêdana Saziya Kar a Tirkiyê (IŞKUR) kirine û tenê serlêdana 49 hezar û 708 ciwanan hatiye qebûlkirin û %78ê serlêdanan jî nehatine qebûlkirin. Herwiha bi giştî hejmara ciwanên ku kar nakin û ne xwendekar in jî gehiştiye 3 milyon û 249 hezar kesan.
Di 11 mehên sala 2022an de bi giştî 1 milyon û 538 hezar û 607 welatiyan serlêdana mûçeyê bêkaiyê kirine û ji wan 13 hezar û 52 kes temenê wan di navbera 15 û 19 salî de ye, 207 hezar û 364 kes jî temenê wan di navbera 20 û 24 salî de ye.
Rudaw
