Çîroka mirina 6 endamên yek ji malbatê di teqîna li Bokanê de
Li bajarê Bokanê yê Rojhilatê Kurdistanê ji ber teqîna di malekê de 6 kesên endamên yek malbatê canê xwe ji dest dan. Berevaniya Sivîl ya bajarê Bokanê dibêje ku teqemenî li malê hebûne ku bûne sedema wê karesatê û kompaniya gazê ya Urmiêyê jî ji aliyê xwe red dike ku teqîn ji ber lêçûna gaza malê be.
Li bajarê Bokanê yê ser bi parêzgeha Uramiyê li Rojhilatê Kurdistanê duh derdora seat 06:45an teqîneke tund li malekê rû da. Di encama teqînê de tevahiya avahiya ku teqîn lê pêk hat û ji sedî 70ê her du avahiyên li kêleka wê malê hilweşiyan.
Di wê teqînê de Xefûr Şahemedî û hevjîna wî Gulçîn Şahemedî li gel kur û bûka wan bi navê Mihemed û Leyla û du niviyên wan yên bi navê Nîla û Nîma canê xwe ji dest dan.
Xebatên rizgarkirina kesên di bin xirbeyan de mane berdewam dikin.
Yek ji şahidên ku li yek ji xaniyên cîran ên mala ku teqîn lê pêk hat rûdinişt got, “Dema teqîn pêk hat, me pêşî zarokê 7 salî ji bin xirbeyan derxist, piştre dayika zarok û endamên din ên malbatê hatin derxistin. Hemû jî mirîbûn.”
Ji şahid û cîranên bûyerê Îhsan Huseynîpûr jî diyar kir ku bûyer ber bi sibê ve pêk hatiye û bi saetan hewl dan daku kesên di bin xirbeyan de mane derxînin.
Kesekî din ê ku bi lez û bez çûye cihê teqînê got ku wan dengê kesekî ji bin xirbeyan bihîstiye, lê tu kes bi saxî nehatiye derxistin.
Piştî bûyerê hat ragihandin ku mal ji ber derketina gazê teqiyaye, lê Kompaniya Gazê ya Parêzgeha Urmiyê ev îdia red kir û îdia kir ku di malê de madeyên teqemenî hebûne. Berevaniya şaristanî ya Bokanê jî ragihand ku di malekê de şopên teqemeniyên ku di çêkirina fîşekên hewayî de hatine bikaranîn hatine dîtin.
Berevaniya Şaristanî ya Bokanê ragihand ku îro karê lêgerîn û kolandinê di nav kavilên wê malê de bi dawî hat.
Kesên ku di teqînê de jiyana xwe ji dest dane li goristana Bokanê hatin definkirin. Bi bihîstina ku di bûyerê de ji heman malbatê 6 kesan jiyana xwe ji dest dan, gelê bajêr herikîn goristanê.
Kesên ku di teqînê de jiyana xwe ji dest dane li goristana Bokanê bi axê hatin spartin. Bi bihîstina ku di bûyerê de ji heman malbatê 6 kesan jiyana xwe ji dest dan, gelê bajêr herikîn goristanê.
