• Friday, 20 February 2026
logo

Li başûrê Amerîkayê ji ber bakurofe û bablîsokan 8 kesan canê xwe ji dest dan

Gulan Media January 14, 2023 Nûçe
Li başûrê Amerîkayê ji ber bakurofe û bablîsokan 8 kesan canê xwe ji dest dan

 Li eyaletên başûrê Amerîkayê ji ber bakurofe û bablîsokên tund 8 kesan jiyana xwe ji dest dan.

Li gor nûçeya li çapemeniya Amerîkayê cîh girtiye, bakurofeyên tund bûye sedem gelek mal ziyan bibînin û bi hezaran kes jî bê elektrîk bimînin.

Li herêma Butts a eyaleta Georgia zarokekî 5 salî di dema wesayîtê de bûye, di rê de ji ber bakurofeyê darek şikestiye û bi ser wesayîtê de ketiye û wî zarokî jiyana xwe ji dest daye û dayîk û bavê wê jî giran birîndar bûne.

Li herêma Autauga ya ser bi eyaleta Alabama jî ji ber bakurofe û bablîsokan 7 kesan jiyana xwe ji dest dan.

Parêzgerê Alabama Kay Ivey di tora xwe ya civakî Twitterê de ragehand, li herêmên Autauga, Chambers, Coosa, Dallas, Elmore û Tallapoosa rewşa awarte ragehandiye.

Li gor malpera ‘’PowerOutage.us’’ a qutbûnên elektrîkê dişopîne jî duh li Alabama 14 hezar û 255 kes, li eyaleta Georgia jî 18 hezar û 700 kes ji elektrîkê bêpar mane.

 

Basnews

Top