• Friday, 20 February 2026
logo

7 welatiyên din y ên Kurd hatin ceza kirin

Gulan Media January 14, 2023 Nûçe
7 welatiyên din y ên Kurd hatin ceza kirin

Tevahiya wan xelkê bajarê Pîranşarê ne.

Li gor nûçeyeke navenda mafên mirovan ya Hengawê, rejîma Îranê berdewame li ser girtin û ceza kirine wan kesên ku di xwepîşandan û raperîna seraserî ya dijî rejîmê de beşdarî dikin.

Hengawê diyar kiriye ku, di wan demên dawî de hêzên rejîmê li bajarê Pîranşarê ya li Rojhilatê Kurdistanê 7 welatiyên din yên Kurd bi hinceta beşdarî kirin di xwepîşandanan de binçav kirine.

Ev 7 welatiyên Kurd bûyî ku, bikaribin Parêzer ji xwe re diyarî bikin hatine darizandin û dadgeh bo tevahiya wan bi qasî 46 sal û 9 meh û 7 roj cezaya girtîgehê daye.

 

Top