• Friday, 20 February 2026
logo

Ji Demîrtaş banga mîtîngê: Ez jî têm

Gulan Media January 14, 2023 Nûçe
Ji Demîrtaş banga mîtîngê: Ez jî têm

Hevpeymaniya Ked û Azadiyê roja Yekşemê 15ê Çileya 2023an li navçeya Kartalê ya Stenbolê mitîngekê saz dike. Hevserokê Berê yê HDPê Selahattin Demirtaş ku zêdeyî şeş sal dibe girtî ye, bi rêya sosyal medyayê daxwazê ji xelkê dike ku beşdarî mitîngê bibin.

Demirtaş roja Înê 13ê Çileya 2023an li ser hesabê xwe yê Twitterê nivîsiye: “Divê demjimêr 13:00ê piştî nîvroya roja Yekşemê di mitînga Hevpeymaniya Ked û Azadiyê ya li navçeya Kartalê ya Stenbolê de, em hêza xwe pêşan bidin. Dibe hewa sar be, lê pêşhat germ in. Tika ye xwe bi awayekî amade bikin ku di mitîngê de bin. Ez bi xwe jî têm, eger bawer nakin, werin bibînin.”

Di Twitteke din de Demirtaş daxwaz ji komên muzîkê kiriye ku stranekê amade bikin behsa girîngiya hilbijartinên 2023an bike. Demirtaş nivîsiye: “Hemû bi taybetî muzîkjenên amator û komên muzîkê, stranan li ser girîngiya vê hilbijartinê amade bikin û bila xelk a herî baş hilbijêrin. Hun destpê bikin. Ez roja Duşemê 16ê Çile hurgilî û surprîzan ji we re dibêjin.”

Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) bo hilbijartina parlamento û serokkomar a 2023an de biryar daye ti hevpeymaniyeke ne fermî pesend neke û eger rêkeftineke îmzekirî nebe piştîvaniya ti aliyekî neke. HDPê ligel şeş aliyên sosyalîst û çepê Tirkiyê hevpeymaniyek bi navê Hevpeymaniya Ked û Azadiyê pêkaniye. Li Bakurê Kurdistanê jî ligel partiyên Kurdistanî kar li ser pêkanîna hevpeymaniyeke Kurdistanî dike.

Li gor rojjimêra hilbijartinên Tirkiyê, Hezîrana 2023an hilbijartinên parlamento û serokkomar tên kirin. Lê AKP ya bi serokatiya Recep Tayyip Erdogan bi nêt e hilbijartinan pêş bixe, lê heta niha dem bi fermî nehatiye ragihandin.

 

Rudaw

Top