Li Iraqê zengila metirsiyê lêdide
Çapemeniya fermî ya ser bi hikûmeta Iraqê, zengila metirsiyê ya derbarê belavbûna madeyên hiişber di nav xelkê Iraqê de lêdide û aşkera dike, Iraq ji welatekî ku rêya hatûçûn û trafîka bazirganiya madeyên hişber ve, guheriye bo binkeyekî bikarhêner û belavbûna madeyên hişber.
Li gor raportekî rojnameya Al Sebah a ser bi hikûmeta Iraqê, di sala 2022yê de zêdetir ji 15 hezar kesan bi tometa bazirganî û propaganda kirin û bikarhêneriya madeyên hişber ve hatine girtin û zêdetir ji 400 kîlo madeyên hişber jî dest li ser hatiye danîn, ku sedî 80yê wan madeyên hatine girtin jî krîstal bûye.
Herwaha hat aşkera kirin, nirxê her gramekî madeyên hişber di bazara reş a bajarên Iraqê de, ji 30 hezar heta 50 hezar dînare û li hin rewşan de jî dibe 90 hezar û ewên ku madeyên hişber bikartînin temenê wan jî 15 heta 35 saliye.
Rojnameya fermî ya hikûmeta Iraqê dibêje zengila metirsiyê lêdaye û radigehîne: ‘’Berê Iraqê wek rêya hatûçûna bazirganiya madeyên hişber dihate pênase kirin, lê naha bûye bazar bo bazirgan û bikarhênerên madeyên hişber. Ev yek jî bûye sedem wezareta navxwe hemû saziyên xwe bixe amadebaşiyê û stratejiyekî taybet bo tekoşîna li hember madeyên hişber dayne.’’
Berdevkê wezareta navxwe Xalîd Mihn ji rojnameyê re ragehandiye ku pirsgirêka madeyên hişber mezine û ‘’Gefxwarin û metirsîdare li ser civaka Iraqê, ku berdewam bike demek din Iraq dibe dewletekî ku madeyên hişber têde belav dibe, naha bûye pirsgirêkekî rasteqîn. Ev yek jî di encama zêdebûna bikarhênerên hejmara wan madeyên hişber de pêkhatiye.’’
Herwaha got: ‘’Wezareta Navxwe vê gefxwarinê pir metirsîdar dibîne û wek gefa dereceya yekem de ye rastî xelkê Iraqê hatî.’’
Basnews
