Kurd li Fransayê di nava tirsê de dijîn
Piştî buyera kuştina 3 welatiyên Kurd li Parîs a Fransayê, êdî Kurdên li wî welatî di nava tirs û dudiliyê de dijîn. Dibêjin, ew ji ber şer ji welatê xwe koçber bûne lê ew li Fransayê jî rastî gefa êrîşan tên. Beşeke din jî dibêjin ku Hikûmeta Fransayê Kurdan naparêze, Kurd li Fransayê newêrin rexne li Tirkiyê bigirin.
Yekbûn welatiyeka ji Bakurê Kurdistanê ye û li Parîsê dijî, dibêje ew bi hişyarî tevdigerin û newêrin bi eşkere rexneyan li Hikûmeta Tirkiyê bigirin.
Welatiya ji Bakurê Kurdistanê Yekbûn Gurguz got, “Ez bi xwe dibêjim dayik û bavên min hatin vê derê daku di aramiyê de bijîn û zarokên xwe perwerde bikin, neyên zîndanîkirin û îşkencekirin lê li vir jî gef hene. Fransa wek pêdivî Kurdan naparêze.”
Aram jî xelkê Bakurê Kurdistanê ye û şanoger e. Berî 5 salan leşkeriya bi zorê red kiriye û hatiye Fransayê.
Hunermend Aram Tastekin got, “Ji wê dema ku gihîştime Fransayê berdewam serdana derûnnasan dikim, ji ber ku min di nav şer de çavên xwe li dinyayê vekirin. Niha dubare ketime nav tirsê û qet hest bi aramiyê nakim.”
Hîçte Pîrî hemwelatiyeke xelka Rojavayê Kurdistanê ye û li Fransayê dixwîne. Wek rêzgirtin li sê canjidestdayiyên êrîşa Parîsê, serdana Navenda Demokrasiyê ya Kurdî dike ku li wir merasîmek hatiye sazkirin.
Xwendekara ji Rojavayê Kurdistanê li Fransayê Hîçte Pîrî anî ziman, “Gelek Kurd li vir hene. Tiştek heye wiha li wan dike ku bitirsin. Nikarin nasnameya xwe eşkere bikin. Bo wan asantir e eger bibêjin em Tirk in yan Sûrî, li şûna ku bibêjin em Kurd in.”
Tirsa van welatiyên Kurd piştî wê yekê hat ku di 23ê Kanûna 2023an welatiyekî Fransî yê bi navê Wîlyam bi demançeyê li Parîsê êrîşî Navenda Çandê ya Ahmet Kaya û berberekî kir û di encam de sê hemwelatiyên bi navê Emîne Kara, Mîr Perwer û Abdurrahman Kizil canê xwe ji dest dan û sê kesên din jî birîndar bûn.
