• Friday, 20 February 2026
logo

Zêdetir ji 9 hezar zarok li Almanyayê wendane

Gulan Media January 7, 2023 Nûçe
Zêdetir ji 9 hezar zarok li Almanyayê wendane

Tevahiya wan zarokan penaberên Rojhilata Navînin.

Li gor raportên polîs û dezgehên ewlekarî yên Almanî di wan demên dawî de herî kêm 2 hezar zarokên din yên Penaber li Almanyayê wenda bûne.

Di raportan de hatiye diyarkirin ku, hijmara zarokên Penbar yên wendayî li Almanyayê zêdetir ji 9 hezar zaroke.

Di berdewamiya raportê de hatiye diyarkirin ku, ji sedî 97ê wan zarokan temenê wan di navbera 14 heta 17 salane û ji sedî 90ê wendayiyan lawin.

Herwiha dezgehên têkildar yên Almanî diyar kirine ku, ev zarokên Penaber, Efxanî, Sûrî, Mexirîbî û Cezayirî ne.
 '

K24

Top