• Saturday, 21 February 2026
logo

Li Amedê 13 siyasetmedarên DBPyî hatin berdan

Gulan Media December 27, 2022 Nûçe
Li Amedê 13 siyasetmedarên DBPyî hatin berdan

 Hevseroka Giştî ya DBPê Keskîn Bayindir jî di nav de ji 15 kesên îfadeya wan hat girtin 13 kes bi qedexeya derketina dervey welat hatin berdan. Îfadeya Bayndir hêj nehatiye girtin û Hevserokê DBPê yê Amedê Hayrettîn Altun jî hat girtin. 

Hevserokê Giştî yê Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Keskîn Bayindir û 14 hevserokên din ên wê partiyê ku heftiya borî di operasyonekê de hatibûn destserkirin.

îro 26ê Kanûna 2022an her 15 siyasetmedarên desteserkirî piştî  4 roj ji mana li navenda ewlekariyê bo dadgehê hatin veguhastin.

Li Dadgeha Amedê îfadedayîna wan dest pê kir. 13 kesên ku karê îfadeya wan li Dadgeha Amedê bi dawî bû, bi şertê kontrola edlî û bi qedexeya derketina dervey welat hatin berdan.

Hevserokê DBPê yê Amedê Hayrettîn Altûn jî hat girtin.  

Îfadeya Hevserokê Giştî yê DBPê Keskîn Bayindir a li dozgeriyê hêj dest pê nekiriye.

Kesên destserkirî qebûl nekirine ku li navenda ewlekariyê îfadeyê bidin û mafê xwe yê neaxaftinê bikar anîbûn.

 

Rudaw

Top