Kerkûk…Ji ber bê dadperweriyê xwepêşandanek birêve diçe
Îro 26.12.2022yê hejmarek karmendên tenduristiyê li pêş fermangeha tenduristiya Kerkûkê xwepêşandan birêve birin û ragehandin sedemê wê xwepêşandanê jî nedadperwerî ye.
Rêxistvanê xwepêşandanê amaje bi wê yekê dikin ku 500 parselên erd hatiye dabîn kirin ku ji karmendên tenduristiyê yên li Kerkûkê re bê dayîn, lê beşa herî zêde bo bijîşkan tê dabîn kirin, lê ew hemû jî bixwe xwedî xanî û vîlla ne.
Herwaha dibêjin: ‘’Divê bêcudayî ew erd û zevî li ser karmendên îdarî û hunerî yên ser bi fermangeha tenduristiya Kerkûkê bên dabeş kirin, ne ku beşa piranî ji bijîşkan re bê dayîn û ev yek nedadperwerî ye û nayê pejirandin.’’
Îro li Kerkûkê li hember nedadperweriyekî din a îdarî li Kerkûkê kasibkarên cîhê firotina sebze û fêkî yên Xanxurma ya Kerkûkê xwepêşandan kirin, sedem jî ji ber ew cîh piştî serê salê tê daxistin û xelk dê bêkar bimîne.
Basnews
