Dr. Macid Şingalî: Aliyên Iraqî bandorê li ser biryarên Hikûmeta Iraqê dikin û rêkeftina Şingalê cîhbicîh nebûye
Roj bi roj jiyana xelkê Şingalê ber bi xirabtirbûnê ve diçe û herçend rêkeftina Şingalê di navbera Hewlêr û Bexdayê de hatiye kirin jî, lê cîhbicîh nebûye û Parlamenterekî Iraqê jî sedemên wê û zanyariyên nû aşkera dike.
Endamê Parlamentoya Iraqê yê ser bi fraksiyona PDKê Dr. Macid Şingalî ji BasNewsê re ragehand: ‘’Mijar û pirsgirêkên Şingalê siyasî ye û deste hêzên navnetewî têde heye, wek parlamenter û xelkê Şingalê tenê hêviya me ew e rêkeftina Şingalê cîhbicîh bibe. Lê heta naha ne ji aliyê ewlehiyê ve û ne jî ji aliyê siyasî ve ti pêngav nehatine avêtin. Cîhbicîh nebûna rêkeftina Şingalê cîhê dilgiraniya xelkê Şingalê ye. Sedemê cîhbicîh nebûna rêkeftinê jî Bexda bixwe ye ku bêxem e û nexwastiye heta naha cîhbicîh bibe.’’
Şingalî got: ‘’Hebûna alî û çekdaran nav Şingalê de, metirsiyê li ser jiyana xelkê Şingalê ava kiriye, yek ji wan pirsgirêk û metirsiyan jî xwandevanên kurd nikarin biçin qesda dibistanan bikin.’’
Herwaha got: ‘’Hikûmeta nû ya Iraqê herçend bi rêveberiya Sûdanî dixwaze rêkeftina Şingalê cîhbicîh bibe jî, lê ew hêza Sûdanî tine ku wê rêkeftinê bicîhbîne. Ji ber ku ji aliyê desthilatdaran ve bandor li ser hikûmeta Iraqê tê kirin û ew bandor dibe sedem ku heta naha rêkeftina Şingalê cîhbicîh nebe.’’
Dr. Macid Şingalê got: ‘’Wekî kes baweriya me bi Sûdanî heye, lê aliyên derve bandorê li ser vê rewşê dikin. Em dixwazin demekî kurt de rewşa qeza Şingalê bê kontrol kirin. Alî û çekdar di nav axa wê deverê de bên derxistin, ji ber xelkê Şingalê dixwaze jiyana wan wekî berî naha lê be û vegerin ser axa xwe û bijîn.’’
Basnews
