• Saturday, 21 February 2026
logo

Îranê êrîşa Parîsê şermezar kir

Gulan Media December 25, 2022 Nûçe
Îranê êrîşa Parîsê şermezar kir

Berdevkê Wezareta Derve ya Îranê Nasir Kenanî êrîşa Parîsê ya ku di encamê de 3 kesan canê xwe ji dest dan, şermezar kir.

Li paytexta Fransayê, Parîsê roja Înê 23ê Berfanbara 2022an li dijî Navenda Çanda Kurd a Ahmet Kaya ya li herêma 10emîn êrîşeke çekdarî pêk hat. Di êrîşê de 3 Kurdên ji Bakurê Kurdistanê canê xwe ji dest dan, 3 kes jî birîndar bûn.

Piştî êrîşê Kurdên ku li Parîsê dijîn dest bi xwepêşandanan kirin.

Li gor nûçeya IRNAyê Berdevkê Wezareta Derve ya Îranê Nasir Kenanî di peyama xwe de hevxemiya xwe bi malbatên qurbaniyan re ragihand û got “Îran ji ber metirsiya li ser jiyana xelkê û bi taybetî yên Îslamî û kêmnetewan û penaberan dilgiran e” û ji hêzên ewlehiyê yên Fransayê xwest ku xwe li hemberî xwepêşanderan rabigirin.

Kenanî her wiha got ku lêpirsînên bêalî yên li ser bûyera Parîsê dê çarçoveya wê eşkere bike.

Êrîşa li ser Navenda Çanda Kurd a Ahmet Kaya ya li Parîsê

Li paytexta Fransayê, Parîsê roja Înê 23ê Berfanbara 2022an li dijî Navenda Çanda Kurd a Ahmet Kaya ya li herêma 10emîn êrîşeke çekdarî pêk hat. Di êrîşê de 3 Kurdan canê xwe ji dest dan, 3 kes jî birîndar bûn. Hat ragihandin ku kesên canê xwe ji dest dane Hunermendê Kurd Mîr Perwer, çalakvana jin a Kurd Emîne Kara û Ebdurahman Kizil in.

Nivîskar Îbrahîm Seydo Aydogan ê ku beşdarî bultena Rûdawê bû, diyar kir ku êrîşkar ji aliyê ciwanên Kurd ve hatiye girtin.

Li aliyê din rayedarên Fransî ragihandin ku derbarê êrîşê de lêpirsîn hatiye destpêkirin û êrîşkar welatiyekî Fransî yê 69 salî ye û ji kompanya fermî ya rêyên hesinî ya Fransayê (SNCF) xanenişîn bûye. Hat diyarkirin ku êrîşkar di 12ê Mijdara 2021an de li Parîsê bi şûr êrîşî navendeke koçberan kiriye û di encamê de 2 kes birîndar bibûn.

Piştî êrîşê Kurdan li Parîsê li kolanan çalakî li dar xistin û polîsan jî bi gaza rondikrêj mudaxele kirin.

Têkildarî êrîşê Serokkomarê Fransayê Emmanuel Macron got, “Kurdên Fransayê di dilê Parîsê de bûne armanca êrîşeke tirsonek.”

 

Top