ENKS: Parêzerekeî Efrînê di bin îşkenceya milîsên ser bi Tirkiyê de canê xwe ji dest da
Encûmena Niştimaniya Kurd li Sûriyê (ENKS) bi tundî kuştina parêzerekî kurd a ji aliyê milis û çekdarên ser bi Tirkiyê yên li bajarê Efrîn a Rojavayê Kurdistanê şermezar kir.
Daxuyaniya ENKSê de hat ragehandin: Parêzer Luqman Hemîd Henan ê temen 45 salî, li pêş mala xwe ya li taxa Al Mehmudiye ya bajarê Efrînê ji aliyê gruba Sultan Murad ve roja 20.12.2022yê hate revandin û piştî du roj girtina wî ji kesûkarên wî re hatiye gotin ku wî parêzerî jiyana xwe ji dest daye û dikarin biçin termê wî li nexwaşxaneya leşkeri wergirin, lê cîhên îşkenceya hovane li ser bedena wî diyar bûn. Ew jî vê nîşanî me dide ku di bin îşkencê de canê xwe ji dest daye.’’
ENKSê vê yekê wek ‘’Tewaneke hovane’’ pênase dike û şermezar dike û daxwaz ji aliyên turkî jî dike rastiyên can ji destdana wî parêzerî aşkera bike û tewanbarên wî tewanî jî ceza bike û ‘’Sînorek ji bo wan tewanane daybine, ku grubên çekdar ên serdest li Efrînê bi armanca bêzarkirina xelkê û tirsandinê û dest danîna ser mal û mulk û naçarî koç kirinê dikin bên sînordar kirin.’’
Herwaha ENKS daxwaz ji rêxistinên mafên mirov û civaka navnetewî jî dike, xwedî rol bin ji bo rêgirtina wan tewanan, ku bi awayekî berdewam li dijî hemwelatiyên navçeya Efrînê tên kirin.
Basnews
