• Saturday, 21 February 2026
logo

Xwepîşandanên Îranê dîsa berfiretir bûn

Gulan Media December 25, 2022 Nûçe
Xwepîşandanên Îranê dîsa berfiretir bûn

Duhê bişev li 6 cîhên Tehran û gelek parêzgehan xwepîşandanên mezin hatin kirin.

Li gel derbas bûna 100 rojan bi ser raperîna seraserî ya gelên Îranî li dijî rejîma vê welatî, duhê bişev rixmî serma û seqema dijwar, gelên Îranî dîsa daketin qadan û dijî rejîma xwepîşandan kirin.

Li gor malpera îranianuk duhê li 6 taxên girîng û seteratejîk yên Tehranê, li Sine, Kerec, Bakûrê Îranê, Isfehan, Meşhed, Başûrê Îranê, Bender Ebas, Ehwaz, Babil û gelek parêzgehên din yên Îranê, xelk li ijî rejîmê daket qadan û diroşmeyên dijî Rêberê şoreşa Îranê Elîxamneyî qiriya û daxwaza hilweşandina rejîmê kir.

 

Top