Mesrûr Barzanî: Dostaniya Kurdistan û Fransa ji hizra pêkanîna tewanê Parîsê gelek bihêztir e
Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî şeva borî 23.12.2022yê zincîre twîtek bi zimanê Îngîlîzî derbarê êrîşa Parîsê de belav kir.
Di twîta xwe de Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê nivîsand: ‘’Ji êrîşa kirêt a li ser rewenda kurd a li Parîsê hatiye kirin ez gelek nîgeranim. Li gel kesûkarên qurbaniyan hevxemiya xwe radgehînim. Daxwaz ji rewenda kurd dikim ku xwe berçav re derbas bikin û bi ti awayekî bahaneyê ji bo tundiyê çênekin.’’
Mesrûr Barzanî dibêje: ‘’Baweriya me bi hevbeşên me yên Fransî heye ku hemû hewldanekî dê bidin ji bo parastina rewenda kurd a li seranserê welat û dadgehî kirina encamderê wê êrîşê.’’
Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê amaje bi pêwendî û dostaniya gelê Kurdistan û gelê Fransa dike û dibêje: ‘’Gelê Fransa gelek caran piştevaniya me kiriye. Gelek tiştên me yên hevbeş hene, em bi hevre me tekoşîn li dijî terorê kir û mêvandariya wan kesan dikin ku ji ber tundiyê û şer koçber bûne. Ev pêwendî û dostaniya di navbera me de heye, gelek ji hizra ewên ku bi tundiyê tewan encamdane û ji wê gelek bihêztir e.’’
Basnews
