• Saturday, 21 February 2026
logo

Hacomeran kincên spî liber kir

Gulan Media December 24, 2022 Nûçe
Hacomeran kincên spî liber kir

Yekem berfa salê deverên sînorî spî kir.

Îro şemî yekem berfa salê li deverên çiyayî û sînorî yên Kurdistanê kete erdê û erd spî kir.

Jiber barîna berfê, dabesîna pileyên gerimiyê û kêm bûna asta dîtinê, welatî zêde hatûçû nakin.

 

Heta niha asteniyên mezin bo hatûçûya tirimbîlan li deverê çê nebûne.

Jiber ku, prosesa xwendinê jî di rojên xwe yên dawî deye û îmtîhan hene, prosesa perwerdehiyê jî nehatiye ragirtin.

Top