• Saturday, 21 February 2026
logo

Michael Erik Kurilla: Operasiyona Tirkiyeyê bo DIŞIê dibe derfet

Gulan Media December 24, 2022 Nûçe
Michael Erik Kurilla: Operasiyona Tirkiyeyê bo DIŞIê dibe derfet

Fermandarê CENTCOM huşdarî dide Tirkiyeyê.

Bertekên welatên cîhanî bi taybetî Amerîka yên li hember operasiyona bejayî ya Tirkiyeyê bo ser Rojavayê Kurdistanê berdewamin û di vê çarçoveyê de Amerîka dîsa huşdarî da Tirkiyeyê.

Fermandarê Fermandariya navnedî ya Amerîkayê (CENTCOM) Michael Erik Kurilla ragihand ku, li Bakûr û Rojhilatê Sûriyeyê 28 girtîgeh hene ku, têde endamên DIŞIê hene, eger Tirkiye operasiyonê bike, vê demê HSD nikare wan girtîgehan biparêze û ev yek dibe derfet daku, terorîstên DIŞIê ji girtîgehan birevin.

Erik Kurilla herwiha eşkere kiriye ku, eger operasiyon were kirin, vê terorîst ji girtîgehan birevin û bibin metirsiyên gelek mezin li ser ewlekarî û aramiya deverê, lewre operasiyona Tirkiyeyê tê wateya çê kirina derfetê bo terorîstên DIŞIê. Jiber vê çendê Amerîka dijî operasiyona Tirkiyeyê ye û heta niha bo poşman kirina Tirkiyeyê Amerîka gavên girîng avêtiye û berdewam dibe li ser hewldanên xwe bo poşman kirina Tirkiyeyê.
 

Top