• Saturday, 21 February 2026
logo

Serok Barzanî li gel Serokê Dîwana Weqfa Sune civiya

Gulan Media December 24, 2022 Nûçe
Serok Barzanî li gel Serokê Dîwana Weqfa Sune civiya

Serokê Dîwana Weqfa Sune rêzdariya xwe li hember rola Serok Barzanî diyar kir.

Îro li Pîrmamê Serok Barzanî pêşwaziya Serokî Dîwana Weqfa Sune ya Îraqê Meşan Xezirecî û şandeke pê re kir.

Di civînê de Meşan Xezrecî rêzdariya xwe ya li hember rola Serok Barzanî di nava xebat û têkoşîna gelên Îraqê de diyar kir û spasiya Serok Barzanî jî kir jiber hewldanên wî yên bo parastina çanda bihevre jiyanê, lihev nêz kirina pêkhateyan û jihev fêmkirin û yekîtiya navbera wan.

Nav hatî di berdewamiya gotinên xwe de ezmûna Kurdistanê weke mînakeke baş bo deverên din yên Îraqê bilêv kir.

Di berdewamiya civînê de giftûgo li ser prosesa siyasiya Îraqê û sûd wergirtin ji ezmûn û şaştiyên berê hate kirin û behsa jiyana xelkê li parêzgehên naverast û başûrê Îraqê jî hate kirin.
 

Top