• Saturday, 21 February 2026
logo

Îsraîl: Îran rast nabêje ti keseke me nehatiye girtin

Gulan Media December 23, 2022 Nûçe
Îsraîl: Îran rast nabêje ti keseke me nehatiye girtin

Îran dibêje me 4 tîmên Îsraîlî binçav kirine.

Piştî ku, îro pêncşem îtlaata Îranê ragihand ku, hêzên wan karîne piştî çavdêriyeke hûr û kûr, 4 tîmên sîxorî yên Îsraîlê binçav bikin, Îsraîl jî daxuyanî da û ev nûçeya han ya Îranê red kir.

Wezareta îtlaatê ya Îranê gotiye ku, hêzên wan karîne di rojên derbasbûyî de 4 tîmên sîxorî yên Îsraîlî li Îranê binçav bikin ku, xwestine çend çalakiyan lidar bixin.

Li hember de jî wezareta derve ya Îsraîlê diyar kiriye ku, Îran rast nabêje û tişta ku, îtlaata Îranê qala vê dike dûre ji rastiyê û ti Îsraîliyek anjî ti kesek ku, li gel dezgehên fermî yên Îsraîlê kar bike, li Îranê nehatiye girtin.

Top