• Saturday, 21 February 2026
logo

Davutoglu dîroka civîna dehemîn a partiyên opozîsyonê eşkere kir

Gulan Media December 22, 2022 Nûçe
Davutoglu dîroka civîna dehemîn a partiyên opozîsyonê eşkere kir

Serokê Partiya Paşerojê Ahmet Davutoglu ragihand şeş partiyên opozîsyonê ku wek “Maseya Şeş Partî” jî tên bi navkirin dê civîna xwe ya dehemîn 5ê meha yekê ya sala bê çêbikin.

Serokê Partiya Paşerojê Ahmet Davutoglu 21ê Kanûna 2022an li ser hesabê xwe yê Twîtterê peyamek belav kir û dîroka civîna sala nû ya maseya şeş partî eşkere kir.

Davutoglu dibêje, “Di encama gotûbêja ligel serokên birêz yên partiyan de me biryar da ku roja Pêncşemê 5ê Çileya 2023ê demjimêr 14:00an  li navenda giştî ya partiya xwe em civînê çêbikin. Em bibiryar in, em bibawer in û bi gavên ji xwe ewle pêş de diçin.”

Roja 12 Sibata 2022an, yekem civîna serokên şeş partiyên opozosiyonê bi serokayetiya Kemal Kiliçdaroglu li Enqerê hat kirin. Civîna nehemîn ya civîna gera duyem jî 28ê Mijdara 2022ê li navenda Partiya Demokrat birêve çû.

Ew 6 partî ji Partiya Gel a Komarî (CHP), Partiya Pêşerojê, ÎYÎ Partî, Partiya DEVA, Partiya Saadetê û Partiya Demokrat pêk tên û wan partiyan biryar dane ku bo bidawîanîna desthilata AKP û MHPê di hilbijartinên pêş ên Tirkiyê de hevahengiyê bikin lê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ku piraniya dengdêrên wê Kurd in û sêyemîn fraksiyona herî mezin e di Parlamentoya Tirkiyê de bo wê civînê nehat vexwendin. Ev jî di demekê de ye ku dengên HDPê di hilbijartinan de yekalîker in û di hilbajartinên borî yên xwecihî de CHPê bi hevahengiya ligel dengdêrên HDPê piraniya şaredariyên mezin ji destê AKPê derxistibûn.

 

Rudaw

Top