Serokwezîra Îtalyayê serdana Herêma Kurdistanê dike
Biryar e sibe roja Înê 23ê Kanûna 2022an Serokwezîra Îtalyayê Giorgia Meloni serdana Bexda û Hewlêrê bike.
Rojnameya la Repubblica ya Îtalyayê ragihand ku Meloni dê roja Înê 23-12-2022an serdana leşkerên Îtalyayê bike ku di çarçoveya Hevpeymaniya Navdewletî ya Dijî DAIŞê de li Herêma Kurdistanê û Iraqê bicih bûne.
Îtalya ji Îlona 2014ê ve endamê Hevpeymaniya Navdewletî ya Dijî DAIŞê ye û bi çendîn şêweyan alîkariya Herêma Kurdistanê, Iraq û navçeyê kiriye.
Îtalya li gel Amerîka û Siûdî, serpereştiya grûpa dijî fînansekirina DAIŞê dikin, ku armanca wê ziwakirina jêderên dahatê û têkbirina torên wê yên darayî ye.
Îtalya heta niha 430 milyon dolar alîkariya darayî û deyn daye Iraqê û 400 milyon dolarên din jî wek alîkarî daye Sûriyê.
Ajansa Hevrêziya Pêşketinê ya Îtalî salane 45 milyon euro dide ji bo bihêzkirina sektora tenduristiyê ya rêveberiya xweser û bihêzkirina ewlekariya xwarinê û xizmetguzariyên bingehîn li seranserî deverên din ên Sûriyê, bi taybetî li parêzgeha Reqayê.
Îtalya herwiha salane 13 milyon euro dide projeyên ku piştgiriya pêşketina Iraqê dikin, bi taybetî ji bo bihêzkirina aramî û lihevkirinê li deverên ku berê di destê DAIŞê de bûn.
Li gor daxuyaniya Hevpeymaniya Navdewletî ya Dijî DAIŞê, Îtalya 900 leşker û şêwirmendên xwe li Herêma Kurdistanê û Iraqê hene û bi 84 otomobîl û kamyonên leşkerî û 11 firokeyên leşkerî û şerker beşdarî di erkê hevpeymaniyê de kiriye.
Ew welatê ewropî herwiha yek ji wan aliyan e ku rahênanê bi hêzên Pêşmerge û hêzên polîs ên Hikûmeta Herêma Kurdistanê dikin, bi awayekê ku heta niha 58 hezar Pêşmerge, polîs û endamên asayişa Iraq û Herêma Kurdistanê perwerde kirine.
Li Bexdayê û parêzgeha Kerkûkê, hêzên taybet ên Îtalyayê perwerdeya hêzên dije-teror û hêzên ewlehiyê yên Iraqê dikin.
Ji Hezîrana 2015an heya nîvê sala 2020an, Polîsê Niştimanî yê Îtalyayê çavdêriya perwerdehiya wan polîsan kir ku li herêmên rizgarkirî hatine bicîhkirin, di nav de:
- Polîsên Navxweyî
- Polîsên Federal
- SWAT
- Nobedarên (Pasewanên) sînor
- Polîsên rê
- Polîsên Wezareta Navxwe ya Herêma Kurdistanê
Herwiha hêzeke taybet a Îtalyayê li Kuweytê jî heye ku bi rêya çar balafiran mîsyonên jêrîn pêk tîne:
- Îstixbarat û berhevkirina zanyariyan
- Şerê elektronîk
- Şerê dronan
- Dabînkirina sotemeniya firokeyên şer
- Veguheztina leşkeran
Rudaw
