Serok Barzanî pêşwaziya Konsulusê Holendayê kir
Behsa têkiliyên navbera Kurdistan û Holendayê hate kirin.
Duh li Pîrmamê Serok Barzanî pêşwaziya Konsulusê Holendayê yê li Hewlêrê Yaku Brinds kir.
Di civînê de giftûgo derbarê têkiliyên dostane û dîrokî yên di navbera herêma Kurdistan û Holendayê hate kirin û nîqaş li ser piştîvaniyên Holendayê yên bo hêzên pêşmerge di şerê dijî DIŞIê de hate kirin.
Di mijareke din ya civînê de ewlekariya xwerakê, pêdiviya piştîvanî kirina kerta çandiniyê bo ku, bibe çavkaniyeke girîng li gel çavkaniyên din yên Kurdistanê hatin nirxandin.
