• Saturday, 21 February 2026
logo

Fermandarê Sipaha Qudis a Îranê gef li Siûdiyê xwarin

Gulan Media December 21, 2022 Nûçe
Fermandarê Sipaha Qudis a Îranê gef li Siûdiyê xwarin

Fermandarê Sipaha Qudis ya Îranê Îsmaîl Qaanî ragihand ku, ti sînoreke berxwedanê bo Îranê tuneye û Îran li her derê amadeye berevanî li xwe bike.

Qaanî herwiha diyar kiriye ku, dijmin û neyarê sereke yê Îranê Amerîkaye û Îran li her derê amadeye li hember Amerîkayê berevanî li xwe bike.

Derbarê Siûdiyeyê de jî Qaanî diyar kir ku, Siûdiye paşmayiyê Amerîkayê ye, qîmeta vê yekê tîne ku, mirov li gel dijminatî jî bike.

Nav hatî di dawiya gotinên xwe de gef xwarin û got, dê Îran derbên dijwar li tevahiya dijminên xwe bide.

 

Basnews

Top