Belûcistan- 4 pasdar hatine kuştin
Ajansa fermî ya Îranê, IRNA îro Duşemê ragihand ku çar pasdarên şoreşê li rojhilata başûrê welêt hatine kuştin.
IRNAyê dîyar kir ku kujer piştî êrîşê revîne Pakistana cîran, lê ser bûyera li herêma Saravan ya Sistan-Belucistanê zêdetir agahî neda.
Sistan-Belucistan di protestoyan de bû herêma xwînî ku li wir qaçaxcîyên hişbiran û hêzên ewlekarîyê jî pev diçin.
Li eyaleta Sistan-Belucistanê, ji Şîayan pirtir Sunî hene ku ew herêm ya milletê Belucî ye.
Ceyş el Adl, ku komeke çekdarên Belucî ye, di demên borî de êrîş biribûn ser hêzên ewlekarîyê.
Karbidestên Îranê dibêjin ew kom xwe dispêre herêmên ewle yên Pakistanê.
Ajansa nûçeyan ya aktîvîstan HRANA dide zanîn ku ji destpêka protestoyên bo Jîna Amînî vir ve 502 xwenîşander û 62 karbidestên ewlekarîyê hatine kuştin.
Basnews
