• Saturday, 21 February 2026
logo

Şanda Hikûmeta Herêma Kurdistanê ji bo bidawîkirina hevdîtinên du mijaran dê biçe Bexdayê.

Gulan Media December 20, 2022 Nûçe
Şanda Hikûmeta Herêma Kurdistanê ji bo bidawîkirina hevdîtinên du mijaran dê biçe Bexdayê.

Endamekî Parlamentoya Iraqê ragihand, biryar e di demeke nêzîk de şanda danûstandinan a Herêma Kurdistanê ji bo bidawîkirina gotûbêjên li ser du mijaran biçin Bexdayê.

Parlamentera Fraksiyona Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) li parlamentoya Iraqê Sebah Subhî ji BasNewsê re ragehand: ‘’Beriya niha di encama danûstandinên şanda danûstandinan a Herêma Kurdistanê û Bexdayê de, du komîteyên li ser şert û mercên rênîşandanên ji bo xebata her du aliyan wê biçe Bexdayê.”

Herwiha Sebah Subhî got: “Karê her du komîteyan dest pê kirîye, bi taybet pirsa xalên sînorî pêşkeftinên baş bidest xistîye û biryare şanda danustandinkar a Hikûmeta Herêma Kurdistanê vê heftîyê yan jî heftîya dahatî biçe Bexdayê.”

Di berdewamiyê jî de Sebah Subhî got: "Ji bilî xalên sînorî, her du şand dê li ser pirsa neftê, çawaniya rûbirûbûna biryara Dîwana Dadweriya Navdewletî ya li ser biryara Hikûmeta Herêma Kurdistanê, herwiha pirsa teknîkî ya çawaniya derxistina neftê jî gotûbêj bikin.”

 

basnews

Top