• Saturday, 21 February 2026
logo

Putin li Belarûsê daxwazek ji Lukashenko kir

Gulan Media December 20, 2022 Nûçe
Putin li Belarûsê daxwazek ji Lukashenko kir

Çend demjimêr piştî êrîşa Rûsyayê ya li ser Kîevê, Serokê Rûsyayê Vladimir Putin serdana hevpeymana xwe ya Belarûs kir û li balafirgeha Mînskê ji aliyê hevtayê xwe ve hat pêşwazîkirin.

Putin di hevdîtina ligel hevtayê xwe yê Belarûsî de got: "Rûsya amade ye ku projeya nukleerî ya li Belarûsê bi pêş bixe û pisporan jî ji bo wê amade bike, herwiha dê li ser pêşxistina projeyên gaza xwezayî bixebite."

Serokê Rûsyayê diyar kir, bazirganiya di navbera her du welatan de gihîştiye 31 milyar dolaran û heta dawiya salê dê ji 40 milyar dolaran derbas bike.

Serokê Belarûsê Aleksandr Lukaşenko ku hevpeymanê nêzîk yê Serokê Rûsyayê Vladimir Putin e, di civîneke çapemeniyê de got: "Em şaşiyên piştî hilweşîna Yekîtiya Sovyetê dubare nakin û tevî cezayan jî em ê ji bo xurtkirina têkiliyan bixebitin."

Herwiha bang li Yekîtiya Ewropayê kir ku biryarên biaqilane bide û tekez kir ku deriyên Mînsk û Moskowê ji bo diyalogê vekirî ne.

Lukaşenko got ku ew ê bi hevtayê xwe yê Rûsî re rewşa leşkerî û siyasî ya herêmê û hevkariya aborî gotûbêj bikin.

Belarûs niha rasterast beşdarî şer nebûye û artêşa wî welatî êrişî Ukraynayê nekiriye, lê rê daye artêşa Rûsyayê ku wî welatî ji bo avêtina balafirên şer bi kar bîne û bi deh hezaran leşkeran bişîne ser Ukraynayê.

Serokê Rûsyayê Vladimir Putin ji sala 2019an vir ve cara yekem serdana Belarusê dike û tê gumankirin ku bang li wê kiriye ku beşdarî şerê li Ukraynayê bibe û dest bi êrîşa bejayî bike.

Berdevkê Kremlînê Dmitri Peskov ragihand ku Mînsk hevpeymana herî nêzîk a Moskowê ye, lê raporên beşdarbûna Belarusê di şer de, bêbingeh bi nav kir.

Serokê Ukraynayê Volodimir Zelensky diyar kir, welatê wî amade ye li hember êrîşên Rûsya û Belarusê li ber xwe bide.

 

K24

Top