Ano Cewher: Xirîstiyanên Rojhilata Navîn ji ber em nav kurdên Musliman de jiyan dikin hesûd dibin
Îro 19.12.2022yê Yekitiya Zanayên Ola Îslamiya Kurdistanê bo belav kirina pirtûkekî bi navnîşana ‘’Rola Zanayên Îslamî di tekoşîna dijî DAIŞê de’’ li Hewlêrê bi merasîmek pêkanî û wezîrê veguhestin û gehandinê yê Herêma Kurdistanê jî gotarek pêşkeş kir.
Wezîrê Guhestin û Gehandin a Hikûmeta Herêma Kurdistanê Ano Cewher amaje bi ‘’Nimûneya xweşikiya îslamiya kurdewariyê’’ kir ku derfet ava kiriye ku pêkhate hest bi piştevaniya aliyê piranî bikin û bikarin li ser ax û cîh û warê bav û bapîrên xwe bimînin û parastî bin.
Ano Cewher behsa pêkvejiyana aştiyane ya pêkhateyên Herêma Kurdistanê kir û got: ‘’Bawer bikin Xirîstiyanên welatên din ên Rojhilata Navîn hesûdiyê bi me dikin, ji ber ku em nav kurdên musliman de jiyan dikin.’’
