• Saturday, 21 February 2026
logo

Pevçûnekî de 4 endamên Sipaha Pasdaran hatin kuştin

Gulan Media December 19, 2022 Nûçe
Pevçûnekî de 4 endamên Sipaha Pasdaran hatin kuştin

Medyaya fermî ya Îranê ragihand, di encama şer û pevçûnekê de li ser sînorê Îran û Pakistanê de, 4 endamên Sipaha Pasdarên Îranê hatine kuştin.

Li gorî ajansa “IRNA” a fermî, Beşa Pêwendiyan a Sipaha Pasdaran li başûrê rojhilatê Îranê di daxuyaniyekê de ragihand, 4 endamên Sipaha Pasdaran hatine kuştin.

Li gorî daxuyaniyê, 4 endamên Pasdarên Îranê îro Duşemê danê sibê di şer û pevçûnekê de ligel komek çekdarên ku Îran wan weke “komeke terrorist” bi nav dike, hatin kuştin.

Pevçûn li navçeya sînorî ya Serawan a li ser sînorê Pakistanê rû daye û di daxuyaniyê de wiha hat gotin ku di encama bersiva hêzên Îranî de, ew gruba terorist bi nav axa Pakistanê paşve vekişiya.

Top