• Saturday, 21 February 2026
logo

Kurdistan piştî hinaran dê sê berhemên din jî hinarde bike

Gulan Media December 19, 2022 Nûçe
Kurdistan piştî hinaran dê sê berhemên din jî hinarde bike

 Herêma Kurdistanê çend berhemên din henarde dike û dê şandek ji bo nîşandana hinaran biçe Îmarata Erebî.

Şêwirmendê Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Celîl Saleyî dibêje sala bê ew dê hinar, tirî, sêv û hingiv jî hinardeyî welatan bikin.

Her wiha biryar e ku sibe şandeke Helebce û Zaxo bi cilûbergên Kurdî û Alaya Kurdistanê hinarên Kurdistanê li Îmarata Erebî nîşan bidin.

Şêwirmendê Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Celîl Saleyî ku di beşa projeyên stratejîk de dixebite û hevdem serpereştiya hinardekirina hinaran dike diyar kir ku nîva hinarên hatibûn amadekirin, hatine hinardekirin, Herêma Kurdistanê 2 hezar ton hinar amadekirin ku %70 ji Helebce û %30 yên Zaxo ne.   Her wiha destnîşan kir ku sala bê dê hinar, tirî, sêv û hingiv jî hinarde bikin.

Heta niha berhema hinaran ji bo Îmarata Erebî, Qeter û Rûsyayê hatine hinardekirin, amadekarî hatine kirin bo hinardekirina wan bo Brîtanya û Fransa jî daxwaza hinarên Kurdistanê kirine.    

 

Rudaw

Top