Li Amedê polîsan avêtin ser avahiyên PAK, PSK û Hereketa Azadî
Li Amedê polîsan ji ber daliqandina Ala Kurdistanê, avêtin ser avahiyên Partiya Sosyalîst a Kurdistan (PSK), Partiya Azadiya Kurdistanê (PAK) û Hereketa Azadî.
Hat zanîn, polîsan Alayên Kurdistanê yên li şaneşînan ve daliqandî û alayên li hûndir kom kirin. Lêgerîna polîsan berdewam dike.
Avêtina polîsan a li ser avahiyên partî û rêxsitinên Kurdî yên li Bakurê Kurdistanê piştî wê yekê hat ku, pêr 17ê Berfanbarê di roja Ala Kurdistanê de, balkonên xwe bi Ala Kurdistanê xemilandin.
Di 17’ê Berfenbarê roja Ala Kurdistanê de, partî û rêxistinên ku li bakûr siyaset dikin jî, Ala Kurdistanê bi balkonên xwe ve daliqandin û ragihandin ku Ala Kurdistanê semboleke pîroz a gelê Kurd e û divê hemû Kurd bi wê zanînê di bin banê wê de yekîtiya xwe pêk bînin.
Ala Kurdistanê ku 17.12.1945ê li ser avahiya hikûmeta Komara Kurdistanê li Mehabadê hatibû bilindkirin, ji wê rojê ve jî wek sembola netewî ji aliyê hemû Kurdan ve tê pîrozkirin
Basnews
