Li Xurmatû ciwanek hate kuştin
Li nahyeya Silêmanbeg a ser bi qeza Xurmatû, ciwanek hat gulebaran kirin û piştre terme wî gehandin nexwaşxaneya giştî ya Xurmatû.
Li gor zanyariyên BasNewsê derengê şeva borî 17.12.2022yê li nahyeya Silêmanbeg a ser bi qeza Xurmatû, kesekî nasnameya wî nediyar ciwanekî bi navê Dawud Îsa da ber guleyan û ji ber wê jiyana xwe ji dest da.
Piştî bûyerê hêzên ewlehiyê geheştin cîhê bûyerê û dest bi lêkolînê kirin û terme wî ciwanî ji nexwaşxaneya giştî ya Xurmatû re hate veguhestin.
Nahyeya Silêmanbeg 10 kîlometreyan dikeve başûrê qeza Xurmatû û li ser rêya di navbera Xurmatû û Bexdayê de ye.
basnews
