• Saturday, 21 February 2026
logo

Deriya Perwîz Xanê gelek ektîfe

Gulan Media December 18, 2022 Nûçe
Deriya Perwîz Xanê gelek ektîfe

Rojane zêdetir ji 600 tirimbîl ji Îranê bi rêya vê deriyê derbasî Îraqê dibin.

Birêveberê giştî yê deriyê sînor yê Perwîz Xanê Qasim Mutelibî ji çapemeniya Îranê re ragihandiye ku, deriyê Perwîz xan di navbera Îran û Îraqê de, çavkaniyeke girîng ya dahata Îranê ye.

Qasim Mutelibî herwiha diyar kiriye ku, rojane zêdetir ji 600 barhilgir ji Îranê pêvidiyên rojane weke erzaqê bo Îraqê vediguhêzin.

Nav hatî ev yek eşkere kiriye ku, herêma Qesirê Şîrîn blokeke girîng ya abûriya Îranê ye û beşê herî sereke ya hawirdeya Îranê bo Îraqê bi rêya vê herêm û deriya Perwîz Xanê tê kirin.

Mutebilî daye zamîn ku, ji destpêka salê heta niha zêdetir ji 100 hezar barhilgir bi rêya vê deriyê ve çûne Îraqê.

Top