Li Belerûsê di avahiyekî de şewat derket: Yek jê zarok 6 kes mirin
Li paytexta Belerûs Mînskê di avahiyekî de şewat derket, yek jê zarok bi giştî 6 kesan jiyana xwe ji dest dan.
Li paytexta Belerûs Mînskê di avahiyeke 5 qatî de, li qata 2yemîn de şewat derket. Agirê ku di dayîreyeke 40 metrî de destpê kir û demeke kêm de jî zêde bû, tîmên ser bi wezareta rewşên lezgîn ya Belerûs ji bo wê herêmê hatin şandin.
Tîmên rizgar kirinê û agir kujiyê di nava demeke kêm de ji 20 kesî zêdetir ku avahiyê de asê mabûn derxistin û veguhestin cîhekî din.
Herwaha di daxuyaniya wezaretê de hat ragehandin ku di nava wan kesên ku hatin veguhestin de rewşa 3 kesên ku ji ber dûkelê jehrî bûne, rakirine nexwaşxanê. Herwaha hat ragehandin di şewatê de yek jê zarok, 6 kesan jî jiyana xwe ji dest dane.
Di daxuyaniya nivîskî a komîteya lêpirsînê ya Belerûsê de jî hat diyar kirin, ji kesên ku jiyana xwe ji dest dane 3 kes ji ber dûkelê jehrî bûne û yên din jî di laşê wan de şopên şewatê hatine tespît kirin.
Xebatên zêdetirî 70 tîmên rizgar kirin û nêzîkî 20 wesayîtên agirkuj ku ji bo vemirandina şewatê hatibûn erkdar kirin, di demjimêrên ber bi sibehê de hatin temam kirin.
Di derbarê bûyerê de lêpirsîn hat destpê kirin û herwaha heta naha jî sedema derketina şewatê nayê zanîn.
Basnews
