Ji Erdogan daxuyaniya civîna sê alî ya Tirkiye, Rûsya û Sûriyê
Serokkomarê Tirkiyê Erdogan ragihand, wî civîna sê alî ya Tirkiye, Rûsya û Sûriyê bo Serokê Rûsyayê Vladimir Putin pêşniyar kiriye û Putin pêşniyara wî erênî wergirtiye.
Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan dema ji Tirkmenistanê vedigeriya, ji rojnamevanan re axivî û ragihand, wî ji Serokê Rûsyayê Vladimir Putin re pêşniyar kiriye ku civîna sê alî ya Tirkiye, Rûsya û Sûriyê bê lidarxistin.
Recep Tayyip Erdogan got, “Em dixwazin Sûriye, Tirkiye û Rûsya sê alî gavan bavêjin. Ji bo vê jî divê pêşî saziyên me yên îstîxbaratê, berevanî û piştre jî wezîrên me yên derve bên cem hev.”
Erdogan diyar kir, bi wî awayî em dê hinek civînan bidin destpêkirin.
Rudaw
