• Saturday, 21 February 2026
logo

Konsulusê nû yê Tirkiyeyê xwe bi Serokê herêmê da nasîn

Gulan Media December 13, 2022 Nûçe
Konsulusê nû yê Tirkiyeyê xwe bi Serokê herêmê da nasîn

Nêçîrvan Barzanî li gel Konsulusê nû yê Tirkiyeyê civiya.

Serokê herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî pêşwaziya Konsulusê nû yê Tirkiyeyê yê li Hewlêrê Mihemet Mewlûd Yakut kir û di civînê de hêviya serkeftinê jê re xwest û piştîvaniya xwe jî bo serxistina pîwerdariya nû de jê re ragihand.

Ji aliyê xwe ve Konsulusê Tirkiyeyê jî kêfxweşiya xwe ya li hember destbikar kirina xwe weke balyozê welatê xwe li Hewlêrê diyar kir û hêvî xwest ku, bikarêbe bo pêşde birina têkiliyên navbera Hewlêr û Enqere roleke girîng bilîze.

Rewş û pêşhatên dawî yên deverê û çend mijarên din yên cîhê girîngiya hevbeş bo her du aliyan, rojevên din yên civînê bûn.

Top