Li Stenbolê jinek ji aliyê polîsan ve hat kuştin
Li navçeya Beyoglu ya ser bi parêzgeha Stenbolê ya Tirkiyê, jinek ji aliyê polîsan ve hat kuştin. Parêzgariya Stenbolê ragihand ku bûyer bi xeletî bûye û du polîs hatine desteserkirin.
Parêzgariya Stenbolê dibêje, “Li Taxa Kaptanpaşa ya Beyogluyê demjimêr 20:30 dema polîsan du gumanbaran dişopandin, ku xwestin bi motorsîkletekî bê reqem û dizîbûn birevin gule li wan reşandine. Di wê demê de welatiya bi navê Z.E.Y. ya 18 salî ku li kolanê dimeşiya bi guleya polîsan birîndar bû. Welatiyê birîndar bo nexweşxaneyê hat veguhestin, lê tevî hemû midaxeleyan canê xwe ji dest da.”
Parêzgarî dibêje, kesên gumanbar hatine tespîtkirin ku navê wan B.P. yê 19 salî û S.Ç. yê 27 salî bûne û 7 tawanên cuda kirine.
Li gorî nûçeya DHAyê Zuhal Ebrar Yildiz a 18 salî ku çûbû serdana mala mamê xwe, bi 2 guleyên polîsan bi giranî birîndar bû. Yildiz a ku li cihê bûyerê ji aliyê tîmên tenduristiyê ve hate dermankirin ji bo Nexweşxaneya Bajêr a Okmeydanî Prof. Dr. Cemîl Taşçioglu hat birin. Yildiz tevî hemû mudaxeleyan canê xwe ji dest da.
Li gor parêzgariyê, her du polîs bi biryara dozger hatine desteserkirin û derbarê bûyerê de lêpirsîn hatiye destpêkirin.
Rudaw
