• Saturday, 21 February 2026
logo

Abûriya Îranê zêdetir îflas dike

Gulan Media December 11, 2022 Nûçe
Abûriya Îranê zêdetir îflas dike

Jiber xwepîşandanên dijî rejîmê buhayê toman gelek dabeziye.

Ev nêzî 3 mehane ku, li Îranê li dijî rejîmê xwepîşandan û raperîna seraserî didome.

Pêla xwepîşandanên dijî rejîmê her diçe berfiretir dibe û xwepîşander jî helwestên xwe li dijî rejîm û rayedarên rejîmê tundtir dikin.

Ji aliyeke din ve ji bilî zirarên canî yên ku, ber xwepîşanderan û xelkê Îranê dikevin, Îran di warê abûrî de jî rastî zirarên gelek mezin hatiye.

Di wan rojên dawî de buhayê tomena Îranî hember diravên biyanî gelek dabeziye û niha her 100 dolarê Amerîkî li Îranê bi zêdetir ji 4 miliyonên Îranî tê firotin û ev yek jî bandoreke gelek nerênî li ser abûriya Îran û jiyana xelkê kiriye.

Dabezîna buhayê toman û dom kirina dorpêçên cîhanî ser Îranê bûne sedem ku, giranî bi awayeke bêhempa li Îranê bilind bibe û pispor jî qala vê yekê dikin ku, abûriya Îranê gehêştiye asta îflaskirinê û eger rewş wisa bidome di nava kêmtir ji mehekê de vê abûriya Îranê îflas bike.

Top