Hrana: Di 82 rojan de li 160 bajarên Îranê 544 xwepêşandan birêve çûn
Ajansa nûçeyan a Hrana ya ser bi çalakvanên mafê mirovên Îranê di raportekî derbarê xwepêşandanên xelkê Îranê de ragehand, di heyama 82 rojan de li 160 bajarên Îranê 544 xwepêşandanên xelkê yên li dijî hikûmeta Îranê birêve çûne.
Li gor raporta Hrana, tenê di wan xwepêşandanên tomar kirine de zêdetir ji 30 kesan beşdar bûne.
Herwaha amaje bi wê yekê jî kir ku: Di wan xwepêşandanan de zêdetir ji 18 hezar kesan hatine girtin û ji wan jî nasnameya 2 hezar 891 kesan ji aliyê rêxistina Komeleya Çalakvanên Mirovî ya Îranê ve aşkera bûye.
Ajansa Hrana lîsteyekî ji navên 129 kesên girtî belav kiriye ku hemû jî zarokên bin 18 salî de ne. Herwaha lîsteya navê 605 xwandevanên zanîngehê belav kirine ku hatine girtin.
Hrana navê wan çekan jî aşkera kiriye ku ji aliyê hêzên hikûmeta Îranê ve li dijî xwepêşanderan hatine bikaranîn û ew jî waha ye: Keleşînkof, G3 Almanî, çeka HS50 (cureyekî qenas e) gelek cureyên din ên demançeyê û çekên bi saçme
Herwaha amaje bi wê yekê jî daye ku ew çekane dii raportên bijîşkê dadî û lêkolînên çalakvanên sivîl de jî hatine tomar kirin.
Derbarê wan kesên ku di xwepêşandanan de jiyana xwe ji dest dane de jî, Hrana dibêje heta naha navê 481 kesan li gel wan hatine tomar kirin.
Basnews
