Serokwezîrê Iraqê û Serokê Çînê li Riyadê civiyan
Serokwezîrê Iraqê û Serokê Çînê li Riyad a paytexta Erebistana Siûdî civiyan. Serokwezîrê Iraqê Mihemed Şiya Sûdanî teqezî li ser daxwaza welatê xwe ji bo bihêzkirina bingeha hevkariyê bi Çînê re di çarçoveya destpêşxeriya "Piştên û Rê" û binesaziyê de kir.
Ofîsa Ragihandinê ya Serokwezîriya Iraqê ragihand, Serokwezîrê Iraqê Mihemed Şiya Sûdanî îro Înê 9ê Berfanbara 2022an li Riyad a paytexta Erebistana Siûdî bi Serokê Çînê Xi Jinping civiya.
Li gorî daxuyaniyê, Mihemed Şiya Sûdanî teqezî li ser daxwaza welatê xwe ji bo bihêzkirina hevkariya bi Çînê re di çarçoveya destpêşxeriya "Piştên û Rê" û sektora binesaziyê û sûdwergirtina ji ezmûna Çînê di warên cuda de kir.
Di sala 2013an de Çînê destpêşxeriya "Piştên û Rê" ragihand ku armanc dike welatên li çaraliyê cîhanê bi tora bejahî, rêya hesin, bender û boriyên neftê yên ku di Çînê re derbas dibin girê bide.
Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin Serokê Çînê diyar kir cîhê erdnîgarî yê Iraqê dê "roleke girîng" di projeyên jinûveavakirina domdar de bilîze û piştevaniya welatê xwe ji bo serwerî û aramiya Iraqê dûpat kir.
Mihemed Şiya Sûdanî ji bo beşdarî lûtkeya Erebî-Çînî bibe li Erebîstana Siûdî ye.
