• Saturday, 21 February 2026
logo

Mesrûr Barzanî: Em girîngiyeke taybet didin xwendinê

Gulan Media December 9, 2022 Nûçe
Mesrûr Barzanî: Em girîngiyeke taybet didin xwendinê

Kevira bingehîn ya zanîngeha navnetewî ya Brîtanî danî.

Îro li Hewlêrê di merasîmeke fermî de Serokwezîr Mesrûr Barzanî kevira bingehîn ya zanîngeha navnetewî ya Brîtanî danî û gotarek jî pêşkêş kir.

Serokwezîr Mesrûr Barzanî di gotara xwe de ragihand ku, girîngî dan bi perwerde û xwendina bilind nîşaneke gelek girînge bo huşiyariya netewî û zanistî û em gelek girîngî bi xwendinê didin.

Mesrûr Barzanî herwiha diyar kir ku, gelek kêfxweşe ku, asta perwerdehî û xwendinê li Kurdistanê de pêşkeftiye û berdewam dibin li ser hewldanên pêwîst bo zêdetir pêşxistina asta perwerdehî û xwendinê.

Ev zanîngeha han yaku, li Hewlêrê tê avakirin dibe yekem şaxê zanîngeha navnetewî ya Londonê yaku sala 1836an hatiye damezrandin û bi giştî 167 zanîngeh, akademî û navendên curbicur yên zanistî li xwe digire.

Top