Artêşa Iraqê li Kerkûkê sê cotkarên Kurd desteser kirin
Li gor zanyariyên Peyamnêrê Kurdistan24ê yê li Kerkûkê, artêşa Iraqê sê cotkarên Kurd li Sergeran desteser kirin.
Li gundê Pelkane yê ser bi nahiya Sergeran, sê cotkarên Kurd ên bi navên Dilêr Ehmed Sadiq, Wişyar Ehmed Sadiq ku birayên hev in, ligel kurekî Dilêr yê bi navê Mihemed, ji aliyê artêşa Iraqê ve hatin desteserkirin û dest bi ser traktora wan hat danîn.
Kesûkarê wan cotkaran ji Kurdistan24ê re ragihand, sedema desteserkirina wan cotkirina zeviyên xwe ye, ku çend meh in li cotkarên Kurd ên li wî gundî hatiye qedexekirin.
Herwiha eşkere kir, ji bo lêpirsînê, cotkarên Kurd bo binkeya polîsê Sergeran hatine şandin û sozname bi wan hatiye îmzekirin ku careke din zeviyên xwe bi kar neynin.
K24
