• Saturday, 21 February 2026
logo

“Amerîka HSDê ne wek hevpeymanê xwe ne jî wek dostê xwe dibîne”

Gulan Media December 5, 2022 Nûçe
“Amerîka HSDê ne wek hevpeymanê xwe ne jî wek dostê xwe dibîne”

 Serokê Komîteya Karûbarên Derve ya Encûmena Nûnerên Amerîka ji serokê Tirkiyê Receb Tayyip Erdogan dixwaze êrîşî Rojavayê Kurdistanê û HSD neke û nebe sedema lawazbûna şerê li dijî DAIŞê. Lêkoler Hisên Omer got, “Amerîka heta niha HSD ne wek hevpeymanê xwe ne jî wek dostê xwe dibîne.”

Serokê Komîteya Karûbarên Derve ya Encûmena Nûnerên Amerîkayê Gregory Meeks û endamê komîteyê Michael McCaul di daxuyaniyeke hevbeş de ragihandine ku êrîşên vê dawiyê yên Tirkiyê li ser Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) wan gelekî dilgiran dike û êrîşên wiha yên Tirkiyê wê şerê li dijî DAIŞê asteng bikin.

Her du endamên Encûmena Nûnerên Amerîkayê ji Erdogan xwestin ku zerarê negihîne hevpeymanên wan li Sûriyê û tehdîdê li ser jiyana xelkê sivîl çêneke lê hin lêkoler û siyasetmedarên Kurd wiha dibînin  ku ev helwest sist in û nabin rêgir li pêş êrîşa Tirkiyê.

Lêkolerê karûbarên stratejîk Hisên Omer, ji bernameya Çavê Sêyem a radioya Rûdawê re got, Amerîka HSD wek hevpeyman nabîne.

Lêkoler Hisên Omer anî ziman, “Amerîka heta niha HSD ne wek hevpeymanê xwe ne jî wek dostê xwe dibîne. Amerîka HSDê wek şirîkekî tenê ji bo şerê DAIŞê dibîne. Ji berê de Amerîkî her tim vî tiştî didin xuyakirin, eşkere gotine û ti caran neveşartine. HSD jî heta niha di aliyê pratîkî de ev yek baş femkirine. Hem ji bo wan hem ji bo parastina herêmê tiştekî girîng e.”

Nîvîskar û siyasetmetar Ebdulqadir Hûrî ji heman bernameya radioya Rûdawê re got tenê sînyala helwestan hatiye guhertin.

Nivîskar û Siyasetmedar Ebdulqadir Hûrî got, “Helwestên welatên Rojava ne di wê astê de ye lê wek sinyal bilind bûye. Ji ber ku daxwazên Tirkiyê jî yek carinan dixwaze derbeyê li biryarên wan jî bixe. Heger Tirkiyê bakurê Sûriyê dagir bike wê çi bandora Rûsya yan jî Îranê û yan jî Amerîka û Fransa hebe.”

Berpirsên navdewletî û navherêmî yên têkildarî rewşa Sûriyê û Rojavayê Kurdistanê ji Tirkiyê dixwazin  ti êrîşan neke ji ber ku ev êrîş dê derfetê bidin çalakkirina DAIŞê. Lê berpirsên Tirk tekez dikin ku ew ji bo êrîşên xwe destûrî ji ti aliyekî naxwazin.

Roja 20 meha borî serê sibê, Tirkiyê dest bi êrîşên li ser navçeyên cuda yên Rojavayê Kurdistanê kir, ji ber wan êrîşan HSDê gerên xwe yên çavdêriyê bi Hêzên Hevpeymanên Navdewletî re rawestandibû, piştî kêmbûna êrîşan careke din dest bi geran kirin.

HSD û Hêzên Hevpeymanan gereke çavdêriyê li Dêrik, Girkê Legê û Rimêlan encam dan, xelkê navçeyê dibêjin, destpêkirina gerên çavdêriyê dihêle ku hest bi aramiyê bikin.

Niha nêzîkî 900 serbaz û şêwirmendên serbazî yên Amerîka li Rojavayê Kurdistanê û li hinek navçeyên din ên HSDê û navçeya Tenefê hene.

 

Rudaw

Top