• Saturday, 21 February 2026
logo

115 rayedarên rejîma Îranê hatine girtin

Gulan Media December 4, 2022 Nûçe
115 rayedarên rejîma Îranê hatine girtin

Dev ji rejîmê berdane û çûne cem xwepîşanderan.

Li gor raporteke navenda çapemeniya Faris ya ser bi spaha Pasdaran yaku, bo Fermandariya giştî ya spaha Pasdaran şandiye, korê Rêberê şoreşa Îranê Elî Xamneyî ( Mucteba Xamneyî) di êrîş kirine ser xwepîşanderan, kuştin û girtina xwepîşanderan roleke gelek girîng û cidî lîstiye.

Di raportê de hatiye nivîsandin ku, bi Fermana Mucteba Xamneyî 115 rayedarên siyasî, leşkerî û ewlekarî yên rejîmê jiber ku, pişt li rejîmê kirine û piştîvaniya xelkê û xwepîşanderan kirine hatine girtin û niha di nava girtîgehan de lêpirsîn ji wan tê kirin.

Ji aliyeke din ve Meleyeke navdar yê Tehranê jî bi navê Ayetula Mehmûdî nameyek bo Xamneyî nivîsandiye û ragihandiye ku, lazime Xamneyî dev ji kar berde, jiber ku, xelkê Îranê wî naxwazin û rejîma wî jî naxwazin û dev jikar berdana wî bi qazanca Îran, gelê Îranê û welatên cîrane.

Top