Encûmena Asayişa Tirkiyê ji bo “operasyoneke bejahî” li Rojavayê Kurdistanê dicive
Encûmena Asayîşa Tirkiyê bi rojeva operasyoneke bejahî li dijî Rojavayê Kurdistanê dicive.
Encûmena Asayîşa Tirkiyê sibe Pêncşemê bi serperiştiya Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyîp Erdogan dicive. Rojeva sereke ya civînê, egera operasyoneke bejahî li dijî Rojavayê Kurdistanê ye.
Her wiha di civînê de aloziya li Deryaya Egeyê, şerê Rûsyayê û Ukraynayê jî dê were gotûbêjkirin.
Tirkiye ji 20ê Mijdarê ve dest bi êrîşên asmanî li ser navçeyên cuda ên Rojavayê Kurdistanê kiriye û gefa operasyoneke bejahî jî dixwe, lê Amerîka li dijî operasyona Tirkiyê derdikeve.
Berdevkê Wezareta Berevaniyê ya Amerîkayê (Pentagon) John Kirby duhî di konferanseke rojnamevaniyê de ragihand, ew piştevaniya Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) dikin û xebatên xwe yên li dijî DAIŞê li bakurê rojhilatê Sûriyê didomînin.
John Kirby eşkere kir, Wezîrê Berevaniyê yê Amerîkayê Lloyd Austin di demeke nêz de dê ligel hevtayê xwe yên Tirk, derbarê operasyonên Tirkiyê de biaxive û got: “Em derbarê êrîşkirina ser Rojavayê Kurdistanê de hişyariyê didin Tirkiyê.”
K24
