• Saturday, 21 February 2026
logo

Dubiz – Hêzên artêşa Iraqê rê nadin cotkarên kurd karên çandiniya xwe bikin

Gulan Media November 30, 2022 Nûçe
Dubiz – Hêzên artêşa Iraqê rê nadin cotkarên kurd karên çandiniya xwe bikin

Proseya ereb kirinê li sînorê qeza Dubiz a ser bi parêzgeha Kerkûkê berdewame û hêzên artêşa Iraqê hewkariya erebên hawirde dikin û berevajî wê j rê nadin cotkarên kurd karên xwe bikin.

Îro 30.11.2022yê berpirsê navçeya Dubiz a PDKê Cewad Mihemed ji BasNewsê re ragehand, li gundên Pelkane, Şinaxe, Xerabe û çend cîheke din hêzên artêşa Iraqê hene û cotkarên kurd her demekî ku bixwazin li ser zeviyên xwe kar û cot bikin rê nadin wan û wan digrin.

Herwaha got, ev pirsgirêk berdewam dike û pêwîstiya wê bi çareseriyê heye, vê derbarê de jî Cîgirê Serokê Parlamentoya Iraqê Şaxewan Ebdula gelek hewldaye ji bo çareser kirina pirsgirêka wan cotkaran, lê heta naha ew pirsgirêk li sînorê Kerkûkê ber berdewam e.

 

Basnews

Top